Îmarat: Îranê bi fuzeyan li du tankerên li Tengava Hurmuzê xist

Îmaratê ragihand ku Îranê bi fuzeyan li du tankerên wan ên li Tengava Hurmuzê xistiye. Di êrişê de personelekî keştiyan mir, 8 jî birîndar bûn.

Îmaratê ragihand ku Îranê bi fuzeyan li 2 tankerên petrolê yên Îmaratê xist ku ji başûrê Tengava Hurmuzê derbas dibûn.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Îmaratê, tankerên bi navê Mombasa û Bahia zerar dît û agir bi keştiyan ket. Hate ragihandin ku şewat hatiye kontrolkirin.

Hate gotin, di êrişê de personelekî tankera Mombasa yê Hînt jiyana xwe ji dest da, 6 personelên Hînt, 2 jî Ûkraynayê birîndar bûn. Hate ragihandin ku rewşa 4 ji birîndaran giran e.

Îranê hîn li ser êrişê daxuyaniyeke fermî nedaye.